Hêzên rejima Esad êrişê komeleya Suryaniyan kirin
Hêzên rejima Esad êrişê komeleya Suryaniyan kirin
Hêzên rejima Esad êrişê komeleya Suryaniyan kirin
Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Hesekê hêzên ewlekariya rêjîma Sûriyeyê li dijî navenda Komeleya Suryaniyan a Çandî dema ku alîkarî li koçberên ji bajarên din belav dikir operosyon pêkanîn.
Li bajarê Hesekê hêzên ewlekariya Sûriyeyê ku ji 30 endaman pêkdihat operosyon li dijî Navenda Komeleya Rewşenbîrî ya Suryaniyan a li Taxa Eskerî pêkanîn. Operesyon di dema ku navendê alîkarî li koçberên ku ji ber rewşên şer koçî Hesekê kirine belav dikir, pêkhat. Hêzên ewlekariya Sûriyeyê 2 karmendên navendê girtin binçavan, hemû alîkariyên ku ji koçberan re amede kiribûn desteserkirn û heqaret li endamên komeleyê û welatiyên ku li komeleyê amedebûn kirin.
Derbarê mijarê de endameke komeleyê ku ne xwest navê xwe eşker bike van agahiyan da: "Hêzên ewlekariya rejima Esad êrîşî navendê kirin û endamên me û kesên li wir bûn bi şêwazeke dij mirovahiyê komkirin. 2 hevalên me girtin binçavan û alîkariyên ku me belav dikirin ji depoyên me derxistin û tevî kompyoterên me destserkirn''.
Komeleya çandê ya Suryaniyan komeleyeke mirovahiye alîkariyan li kesên xizan belav dike û navenda wê li paytexta Sûriyeyê Şamê ye.