Hêzên demokrasiyê ji bo Gulmen û Ozakça li ser piyan in

Hêzên Demokrasiyê ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça serbest werin berdan ji pêşiya Operaya Sureyya ya Kadikoyê heta Meydana Khalkedonê meşiyan.

Ji bo ku Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku bi awayekî bêhiqûq hatine girtin û 90 roj in di greva birçîbûnê de werin berdan li Enqere û Stenbolê çalakî hatin lidarxistin. Hêzên Demokrasiyê li Kadikoyê hatin ba hev û ji Operaya Sureyyayê heta Meydana Khalkedonê meşiyan. Di meşê de sloganên wekî “Nûriye, Semîh ne bi tenê ne”, “Bila Nûriye, Semîh serbest werin berdan”, “Em kedkar in, mafdar in em ê bi ser bikevin” hatin berzkirin.

Li vê derê li ser navê girseyê parêzer Ebrû Tîmtîk daxuyanî xwend.

‘GULMEN Û OZAKÇA JI BO HEMÛ KEDKARAN LI BER XWE DIDIN’

Tîmtîk bibîr xist ku Gulmen û Ozakça 90 roj in di greva birçîbûnê de ne û dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û got: “Nûriye û Semîh ji bo hemû kedkaran li ber xwe didin. Divê Nûriye, Semîh û hemû kedkarên bi KHK’yan ji kar hatine avêtin divê vegerin ser karê xwe. Divê Rewşa Awarte rabe, BHQ’ê betal bibin û daxwazên Nûriye û Semîh werin qebûlkirin.”