Heyva Sor a Kurdistanê plaket da Işik

Heyva Sor a Kurdistanê, plaket da endamê xwe yê herî kevn nivîskar Haydar Işik.

Heyva Sor a Kurdistanê bi mebesta ‘Endambûna 25 salan’ plaket da endamê xwe Lêkolîner-Nivîskar Haydar Işik ê ku di qeydan de wek endamê pêşîn û herî kevn xuya dike.

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Rojvan Bîlgîn û rêveberê wê Vahdettîn Kiliç li Munîhê çûn serdana Işik û diyar kirin ku Işik li gorî qeydan endamê pêşîn ê fermî ye û ev endambûn serê 25 salan e, bê navber didome. Bîlgîn û Kiliç ji ber bihîstyariya wî spasiyên xwe pêşkêşî Işik kirin û plaket dan wî.

Haydar Işik ê 80 salî yê ku ev demeke tedawiya penceşêrê dibîne diyar kir ku, rewşeke bi êş e ku mirov nebe endamê Heyva Sor û got, “Alîkariya bi gel re girîng e. Heke ji ser têkiliya bankeyê pêk bê, Heyva Sor wê di qada navneteweyî de nasnameyekê werbigire. Wê wekî Kizilhaç û Kizilayê were nasîn. Hûn çiqasî alîkariyê bikin, heke hûn ne endamên fermî bin, alîkariya we di qada navneteweyî de nayê dîtin. 10 hezar kes, bi 1 Euroyî bibe endamê/a fermî jî bes e. Bi taybetî divê ciwan bibin endam.”

DI SALA 1993’AN DE HAT AVAKIRIN

Heyva Sor a Kurdistanê ya ku nêzî 1600 endamên wê hene, di sala 1993’an de li bajarê Bochûmê yên Elmanyayê hat ava kirin.  Ji wê rojê heta îro bi 150 xebatkaran, xebatên xwe didomîne. Heyva Sor a Kurdistanê di serî de li erdnîgariya Kurdistanê, li cihên ku şer û bandora şer lê heye, li cihên ku karesat pêk hatine, alîkariyê bi wan dike.