Heyva Sor a Kurdistanê li Swêdê çalakiyên piştgiriyê li dar xist

Heyva Sor a Kurdistanê li gelek navendên bajarê Swêdê ji bo piştgiriya her çar parçeyên Kurdistanê ahengên şevbêrkê li dar xist.

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo piştgiriya bi çar perçeyên Kurdistanê re şevê din li bajarên Ûppsala, Mamlo, Orebro û Goteberg ahengên şevbêrkê li dar xist. Ahengên şevbêrkan li her çar bajaran saet 17'an dest pê kirin û heta derengiya şevê berdewam kirin.

Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku bi van ahengên şevbêrkan piştgirî didin mexdûrên erdheja Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û wiha tê gotin; "Ji bo piştgirîdayîna gelê me yê Bakur ku mal û milkên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine talankirin, ji bo piştgirîdayîna gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ku dibin ambargo û dorpêçekê dene şevbêrk hatine lidarxistin."

Li aliyê din di ahengên şevbêrkan de axaftin hatin kirin û peyamên saziyên Kurd hatin xwendin. 

Di ahengên şevê de jî bi dehan hunermend bi stranên xwe û alîkariyê piştgirî dan mexdûrên erdheja Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.