Heyva Sor a Kurdistanê 150 hezar Euro alîkarî şand Şirnexê

Di çarçoveya projeya avakirina avahiyan ji bo malbatên mexdûr ên Şirnexî de, Heyva Sor a Kurdistanê 150 hezar Euro alîkariya madî şand.

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) alîkariya xwe ya ji bo gelê ku li Bakurê Kurdistanê bûye mexdûrê êrîşên dewleta Tirk didomîne.

Di çarçoveya projeya avakirina avahiyan ji bo malbatên mexdûr ên Şirnexî de, Heyva Sor a Kurdistanê 150 hezar Euro alîkariya madî şand.

Di daxuyaniya rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê de hat bibîrxistin ku yek ji bajarên di payiza 2015'an de ji ber êrîşên dewleta Tirk herî zêde zerar dît navenda Şirnexê ye û hat gotin, ji 11 taxên bajêr 7 tax bi temamî hatin xerakirin û bi deh hezaran mirov bê mal man.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kampanya ji bo çêkirina xaniyan ji malbatên mexdûr re hatiye destpêkirin û agahî hat dayin ku xaniyên di vê projeyê de tên çêkirin 60m2 heta 80m2  ye û ji 2 ode, mutbex, banyo û tuwaletê pêk tê.

Rêveberiya HSK'ê diyar kir ku 150 hezar Euro alîkariya madî ya hate şandin, wê ji aliyê komîsyonên xwecihî yên alîkariyê ve di çêkirina xaniyan de bê bikaranîn.

Heyva Sor a Kurdistanê di dewama daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê kir ku destê xwe yê alîkariyê dirêjî gelê ku li Bakurê Kurdistanê bûye mexdûrê dewleta Tirk bikin û tevlî kampanyaya alîkariyê bibin.