Heyeta OSCE serdana HDP'ê kir
Heyeta Meclîsa Parlamenteran a OSCE, serdana HDP'ê kir.
Heyeta Meclîsa Parlamenteran a OSCE, serdana HDP'ê kir.
Alîkarê Serokê Meclîsa Parlamenteran a Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) George Tseretelî û heyeta pê re, bi lîderên partiyên siyasî yên li meclîsê re rûnişt.
Heyetê, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû li odeya wî ya li meclîsê, koma HDP'ê jî li salona civînê ziyaret kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar û Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan pêşwazî li heyetê kir.
'HAYA ME JI MEXDÛRIYETAN HEYE'
Tseretelî diyar kir, ew rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û bûyerên piştî hewldana darbeyê qewimîn wan dixin nava fikaran. Tseretelî anî ziman, haya wan ji mexdûriyetên piştî ragihandina Rewşa Awarte rû dan, heye û di vê çarçoveyê de xwestine nêrînên HDP'ê bigirin.
Piştî daxuyaniyeke kurt, endamên çapemeniyê ji salonê derketin û hevdîtinê dest pê kir.
Heyet duh bi rayedarên hikumetê re jî rûniştibû.