Heyeta HDP’ê ya Îmrali wê sibe daxuyaniyê bide

Heyeta HDP’ê ya Îmrali wê sibe daxuyaniyê bide

Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê ya ji Wekîlên Koma HDP’ê Pervîn Buldan, Îdrîs Balukan û parlamenter Sirri Sureyya Onder pêk tê ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku di merheleyeke krîtîk de ye binirxînin wê civîna çapemeniyê li dar bixin.

Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê ya ji Wekîlên Koma HDP’ê Pervîn Buldan, Îdrîs Balukan û parlamenter Sirri Sureyya Onder pêk tê, ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku di merheleyeke krîtîk de ye binirxînin sibe li salona civînê ya Rêveberiya Koma HDP’ê de wê civîna çapemeniyê li dar bixin.

Heyeta HDP’ê ji ber ku pêvajo xetimî bû, berê jî daxuyanî dabûn û banga bila hikûmet pêwîstiyên mutabaqata li Îmraliyê bi cih bîne kiribû. Dîsa heyetê di 5’ê Cotmehê de jî serî li Wezarate Dadê dabû û daxwaza xwe ye ji bo çûna Îmraliyê ragihandibû.