Heyeta HDK’ê li Çorûmê ye

Heyeta HDK’ê li Çorûmê ye

Heyeta HDK’ê ku ji bo daxwaza aştî û çareseriyê ya demokratîk ya pirsgirêka Kurd vebêje, derketibû gera Derya Reş li Çorûmê ye.

Heyeta KCK’ê li Çorûmê bi qurnefîlan hate pêşwazî kirin.  Endamên Lijneya Rêveberiya HDK’ê û parlamenter Sehabat Tuncel,  Ertûgrûl Kurkçu û Levent Tuzel, li gel wan hevseroka HDK’ê Fat Gok jî hebûn heyet, gera xwe ya Derya Reş ji Çorûmê da dest pê kirin.

Heyeta di demjimêrên serê sibê de gihişt Çorûmê, ji aliyê HDK’iyan ve bi qurnefîlan hate pêşwazî kirin. piştre parlamenter û du kesên ji Rêveberiya navenda HDK’ê ji bo bi walitiya Çorûmê re hevdîtinan bike çûn walitiyê.

Heyet piştî hevdîtina li Walitiyê dê Komeleya Çand a Haci Bektaşî Velî ziyaret bike. Heyeta HDK’ê heta 22 sibatê dê bajarên Behra Reş ziyaret dike û bi gel re dê bê cem hev û daxwaza aştiyê û çareseriya pirsgirêka kurd ji gel re vebêje.