Heyeta HDK’ê civîna çapemeniyê li darxist

Heyeta HDK’ê civîna çapemeniyê li darxist

Parlementerên tevlî gera HDK'ê ya Deryaya Reş bûn hevdîtinên xwe yên li Çorûmê pêk anîn vegotin û diyar kirin ku, ramanên gelê Derya Reş ên di derbara pirsgirêkên serek ên Tirkiyeyê de çi ne ji bo wan girîngin. Parlementeraê BDP'ê Ertûgrûl Kurkçu wiha got: "HDK mala hemû kesî ye. Em xwe ji gelê Deryaya Reş hîs dikin. Em gelê Deryaya Reş ê ku keda wan ji şoreşgeran re çêbû dizanin."

Heyeta HDK'ê di çarçoveya gera xwe ya Deryaya Reş de yekemîn civîna xwe li Çorûmê li Weqfa Anadolu ya Haci Bektaş Velî pêk anî. Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel, parlementerên BDP'ê Sebahat Tuncel û Ertûgrûl Kurkçu, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Prof. Dr. Fatma Gok, Serokê Komeleya Navenda Çanda Elewiyan ya Weqfa Andadolu ya Hacibektaş Velî ya Çorumê Nurettîn Aksoy tevlî civînê bûn. Gelek xebatkarên çapemeniyên ên neteweyî û herêmê civîn şopand. Levent Tuzel diyar kir ku, wan civîna xwe ya Deryaya Reş a yekemîn li dergahê Elewiyan li dar xist û armanca gera wan tevkariyê bidin aştî, biratî û demokrasiya Tirkiyeyê.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fatma Gok jî diyar kir ku ew weke HDK ji bo aştiya Tirkiyeyê bi gelan re bên cem hev. Gok anî ziman ku ew dê ji cihên cuda yên Tirkiyeyê re geran li dar bixin û wiha got: "Em dixwazin bi we re ji bo Tirkiyeyekî azad, demokratîk û hemû kes bi zimanên xwe yên zikmakî bi azad bixwin û azadiya kedê têkoşîn bikin."

Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku, armanca gera wan ya Deryaya Reş ji bo çareseriya pirsgirêka demokratîk a Tirkiyeyê û bi gelan re bên cem hev nîqaşan bikin e û wiha got: "Li Tirkiyeyê 2 pirsgirêkên sereke hene. Yek pirsgirêka gelan a baweriyan. Di mijara baweriyê de welatiyên me yên Elewî gelek tên mexdûrkirin. Ev yek şerma demokrasiyê ye. Pirsigrêka misilmanan ya turbanê heye. Divê dewlet ji hemû baweriyan re wekhevî nêzîk bibe. Ev pirsgirêka bawerî û gelan nîne ya kesên dewletê rêvedibine." Tuncel anî ziman ku, hevdîtinên serokwezîr bi Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan re dide meşandin "pêvajoya çareseriyê" ye û wiha axivî: "Em jî çareseriyê dixwazin. Ji bo vê çareseriyê gelê Deryaya Reş di difikire em dixwazin hîn bibin. Em dixwazin vê bi gelên xwe re parve bikin."

Parlementerê BDP'ê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku, ji gelên bindest tenê gelên bindest fêm bikin û wiha got: "Em li Çorûmê baş hatin pêşwazîkirin. Em dixwazin guhdariya gelê xwe bikin û peyamên xwe ji wan re vebêjin. Em naxwazin li Tirkiyeyê ne modela 1930'an ne jî dîktariya yek partiyê hebe. Em dixwazin rêveberiyekî piralî û hemû kes di nav de cih bigirin pêk bê. HDK mala hemû kesî ye. Em xwe ji gelê Deryaya Reş hîs dikin. Em gelê Deryaya Reş bi saya şoreşgerên keda wan jê derbasbûyî dizanin. Navê şoreşgeran bi Deryaya Reş tê bîranîn. Em neçar nîn in modela tu partiyan tenê hebe. Em dê modela azadiyê nîqaş bikin."

Pîrê Elewiyan Nurettîn Aksoy jî diyar kir ku, li Çorûmê ji bo civîna HDK'ê salon nehate dayîn û wiha got: "Ji ber vê yekê serî li me dan. Em li vir wekîlên xwe pêşwazî dikin gelek keyfxweş in. Ez hêvî dikim ku ev ger dê tevkariyê bide aramiya welat û azadiya welat."

Piştî axaftinan pirsên rojnamegeran hatin bersivandin.