Heyeta HDK'ê bi wesayîtên zirxî dibin Samsunê

Heyeta HDK'ê bi wesayîtên zirxî dibin Samsunê

Endamên heyeta Kongreya Demokratîk a Gelan a ku li Sînopê di nav rojê de rastî êrîşa koma di bin kontrola polîsan de hat bi wesayîtên zirxî ber bi Samsunê ve derxistin rê. Wesayîtên zirxî yên wekîl tê de dema li navenda bajar re derbas bûn rastî êrîşa bi kevir hatin.

Heyeta Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a ku di nav de parlementerên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel jî hene piştî êrîşa serê sibê dest pê kir ji Mala Mamosteyan a Sînopê derketin. Waliyê Sînopê Ahmet Cengîz ê ku dihate gotin derveyî bajar e piştî bûyeran dest pê kir 8 seat şunda hate Mala Mamosteyan bi wekîlan re hevdîtin pêk anî.

Endamên heyetê ji deriyê piştê yê Mala Mamosteyan derxistin û di bin tedbîrên gelek berfireh de li 2 wesayîtên zirxî yên akrep û panzerekê siwar kirin. Wesayîtên zirxî di dema di navenda bajar de diçûn rastî êrîşa keviran a hat. Hate ragihandin ku koma êrîşkar bi wesayîtan wesayîtên zirxî şopandin. Endamên heyetê bi wesayîtên zirxî ber bi Samsunê ve dibin. Heyeta HDK'ê dê li Samsunê gera xwe ya Deryaya Reş berdewam bike.