Heyeta BDP’ê dê sibe daxuyaniyek nivîskî biweşîne

Heyeta BDP’ê dê sibe daxuyaniyek nivîskî biweşîne

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş da diyarkirin ku, têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew dê sibe daxuyaniyek nivîskî biweşînin.

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Wekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkbînin di demjimêrên sibehê de çûne Girava Îmralî. Piştî hevdîtin pêkanîn di demjimêrên êvarî de ji Îmraliyê vegeriyan.

Piştî hevdîtinê Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş ji NUÇE TV’yê re axivî û got: “Em dê têkildarî naveroka hevdîtinê sibe daxuyaniyekî nivîskî bidin.”

Demîrtaş anî ziman ku, rewşa tenduristiya Ocalan başe û weke din jî ragihand ku, silav li xebatkarên çapemeniya Kurd kiriye.

Demîrtaş destnîşan kir ku, Ocalan û weke BDP’e jî pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û her wiha derbazî merhelaya 2’mîn bûne.