Heyeta BDP’ê bi Partiya Komunîst a Fransayê re hatin cem hev
Heyeta BDP’ê bi Partiya Komunîst a Fransayê re hatin cem hev
Heyeta BDP’ê bi Partiya Komunîst a Fransayê re hatin cem hev
Delegasyona Kurd ya ku hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak jî di nav de li Parîsê bi rayedarên Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) re hatin cem hev.
Hevdîtin li navenda PCF pêk hat. Gulten Kişanak, nûnerên BDP’ê yê Ewropayê Eyyup Doru û ji FEYKA’yê Yekbun Eksen û Murat Polat di delegasyonê de cih girti. Delegasyon j aliyê endamê meclisa netewî ya PCF ya heyeta kurd û encumenê Parîsê Hêlêne Bîdard, şêwirmendê serokê PCF Laurent Pîerre, Anne Saburîn û gelek kesên din ve hat pêşwazîkirin.
Gulten kişanak der barê pêvajoyê de agahî da. Delegasyona PCF’ê jî diyar kir ku piştgiriyê didin pêvajoyê. Mijareke din jî komkujiya Parîsê bû.
Delegasyonê da zanîn ku divê demildest komkujî bê ronîkirin û xwest Meclisa Fransayê komîsyona lêkolînê ava bike.
Her wiha hat xwestin ku demildest girtiyên siyasî yên kurd ên li Tirkiyeyê bên berdan.