Heyeta Bakurê Sûriyeyê: Wê karên me yên hevpar ên bi Fransayê re bidomin

Heyeta Bakurê Sûriye ya ku li gel Serokkomarê Fransa Macron yê li Parîsê civiya, ragihand ku "Hevdîtineke baş û girîng" hatiye kirin.

Heyeta  ji rêveberên asta jor a Bakurê Sûriye û Rojava pêk tê, li Parîsê li Qesra Elysse bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re civiya. Hat ragihandin ku di civînê de mijarên girîng hatine gotûbêjkirin

Heyeta ku ji rêveberên Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê, li Parîsê li Qesra Elysse bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re civiya.

Heyeta Bakurê Sûriye ya ku ji nûnerên Kurd, Ereb û Sûriyanan pêk tê,ji  Hevseroka TEV DEM’ê Asya Ebdullah, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd, Hevserroka Konseya Têkiliyên Karê Derve ya Kantona Cizîrê Sîham Qiryo, Endama Konseya Rêveberiya Herêma Cizîrê Faner Gaêt, Berpirsê Karê Derve yê QSD’ê Rêdûr Xelîl, Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah û Nûnerê Rêvberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ya Fransa Dr. Xelîl Îsa pêk tê.

Hevdîtina Heyeta Bakurê Sûriye ya li gel Macron bi qasî saetekê dom kir.

Heyeta Bakurê Sûriyeyê piştî hevdîtinê û şûn de civîneke çapemeniyê da. Di civînê de Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah daxuyaniyek kurt da.

Asya Ebdullah têkildarî hevdîtinê ev tişt gotin: “Bi Birêz Macron re hevdîtineke erênî û baş hate kirin. Beriya niha Fransa piştgiriya xwe ya ji bo Bakurê Sûriye, bi taybet ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê ragihandinbû. Têkildarî êrîşên li ser Efrînê Birêz Macron helwestek baş nîşan da. Me malavayî lê kir. Me di vê hevdîtinê de êrîşên li ser Efrînê, vegera gelê Efrînê ya li ser  xaka xwe û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û rewşa Bakurê Sûriyeyê nîqaş kir. Tecrûbeya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê weke modêleke baş hate dîtin. Birêz Macron piştgiriya xwe diyar kir. Her wiha piştgiriya xwe ya ji bo Bakurê Sûriye û Rojava dubare kir. Diyar kir ku wê hevdîtinên dîplomatîk ên ji bo Efîrînê bidomînin. Heta niha li gel hêzên Fransa yên li Minbicê xebatên hevpar hatin birêvebirin. Pêwîstî bi geşkirinaa vê hevkariyê heye. Ji ber ku hê jî xeteriya DAIŞ’ê dewam dike. Bi êrîşa ser Efrînê re DAIŞ hinek bihêz bû û dixwaze xwe bi ser hev de bîne. Dewleta Tirk jî dixwaze komên terorê li Efrînê bi cih bike. DAIŞ ji bo her kesî xetere ye. Ji bo wê divê em bi hev re kar bikin. Birêz Macron diyar kir ku ew dixwazin li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk kar bikin û bibîr xist ku divê ev hevkarî were xurtkirin.”

Li ser pirsa rojnamevanekê ya ‘Hevkariyeke çawa’ Abdullah êrîşa DAIŞ’ê ya 23’ê Adarê ya li Fransa bibîr xist, got: “Hevkariyek çiqas xurt be, wê ewqas gelê me ji DAIŞ’ê bê parastin. Gelek rêbazên wê hene. Derfetên bihêzkirina vê hene.”

Ebdullah daxuyaniya Macron a ‘Wê leşkeran bişîne Minbicê’ bibîr xist û got: “Ev rewşeke baş e. Berê ev bûbû, wê di siberojê de jî bibe.”

Di dewama civînê de bersiva pirsên rojnamevanan a li ser rewşa dawî ya Efrîn û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hate dayîn.

Endamên heyetê, desteka Serokkomarê Tirk a ji bo DAIŞ’ê û dijminahiya wî ya li dijî gelê Bakurê Sûriyeyê vegot.

Daxuyaniya ji Elyseeyê wiha ye: