Heyeta Aştiya Navneteweyî: Me ji CPT re pirsî bê ka çima pêşniyara xwe naşopîne
Moosa: Di hevdîtina me ya bi CPT’ê re, me jê re pirsî bê ka çima pêşniyara xwe ya ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bikin’ naşopandine.
Moosa: Di hevdîtina me ya bi CPT’ê re, me jê re pirsî bê ka çima pêşniyara xwe ya ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bikin’ naşopandine.
Moosa têkîldarî hevdîtinên li Strasboûrgê yên Heyeta Aştiya Navneteweyî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye nav tevgerê agahî dan, got: “Di hevdîtina me ya bi CPT’ê re, me jê re pirsî bê ka çima pêşniyara xwe ya du sal berê wê ji Tirkiyeyê bigotana ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bikin’ naşopandine. Me pirsî bê ka çima ti dane li hember Tirkiyeya pêşniyar bi cih naniye nekirine.”
Têkîliyên Heyeta Aştiya Navneteweyî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete nav tevgerê û di nav de Parêzerê Rêberê Efsanewî yê Başûrê Efrîkayê Nelson Mandela Parêzer Essa Moosa, Endamê Komîsyona Edaleta û Aştiyê ya Îngîltere Keşe Joe Ryan, Sosyolog Dr. Radha D’Soûza, Seroka Komîsyona Hemwelatiyên Tirkiye-Ewropa (EÛTCC) Karîna Westerheîm cihê xwe digirin, têkîliyên xwe didomîne. Heyetê der heqê hevdîtinên bi Serokê Delegasyona Elmanya Axel E. Fischer, Seroka Komîteya Têkîliyên Polîtîk Krîsten M. Jensen, Dîrektorê Komîteya Polîtîk a Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa û ji Kabîneyê Ûwe Muller, Bijana Prîlja, Serokê Koma Lîberal Jordî Xûlca, rayedarên Rêxistina Çavdêriya Êşkenceyê re daxuyaniyek çapemeniyê da.
Parêzer Essa Moosa daxuyanî da, wiha got: “Em ji bo aştiyê hatine vir, Davûtoglû jî ji bo şer hatiye. Wê li defên şer xist.” Moosa got wek Heyeta Aştiya Navneteweyî hewl didin ji bo aştiya di mabeyna PKK’ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tirkiyeyê de bibin navbeynkar, wiha dewam kir: “Nehiştin li Tirkiyeyê em bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. Di domahiya ziyaretên me de, me ji beşên cuda yên civakê ev daxwaz bihîstin: ‘Bila pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike.’”
Moosa anî ziman ku bi parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî axivîne, parêzeran ragihandine ku 16 meh in bi malbatê re, 4 sal in jî bi parêzeran re hevdîtin pêk naniye, wiha pê de çû: “Em wek heyeta Îmraliyê, em têgihiştin ku ev rewş li dijî mafên mirovan e û me xwest ku em bi CPT û MPKE re hevdîtinê pêk bînin.”
Mossa bi bîr xist ku parêzerên Ocalan zêdetirî 600 caran xwestine hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin, lê bi hincetên “keştî xirabe ye” an jî “mûxalefeta hewayê” daxwaz hatine redkirin, ev bi lêv kirin: “Di hevdîtina me ya bi CPT’ê re me jê re pirsî bê ka çima pêşniyara xwe ya du sal berê wê ji Tirkiyeyê bigotana ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bikin’ naşopandine. Me pirsî bê ka çima ti dane li hember Tirkiyeya pêşniyar bi cih naniye nekirine.
Di hevdîtinên me yên du rojan de em esas li ser van du daxwazan rawestiyan: Hikûmeta Tirk îqna bikin ku li hevdîtinên aştiyê vegere. Tirkiye ji ber sûcên li hember Ocalan pêk anîne bidarizînin.”
Moosa anî ziman ku hevdîtinên wan erênî derbas bûne , destnîşan kir ku hêvî dikin wê encamên erênî jî ji hevdîtinan derkevin.
WESTERHEIM: DIVÊ PKK JI LISTEYA ‘RÊXISTINÊN TERORÊ’ BÊ DERXISTIN
Seroka EÛTCC’ê Karîna Westerheîm di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku yek ji majara hevdîtinan ew bû ku divê PKK ji listeya “Rêxistinên terorê” bê derxsitin. Westerheîm bal kişand ku ji bo pêvajoya aştiyê pêk bê divê PKK ji listeya “Rêxistinên terorê” bê derxistin. Westerheîm wiha got: “Di heman demê de me bêdengiya Ewropa jî anî ziman. Ji ber ku gel, partî û rêxistinên li vir têkildarî mijarê bi me re hemfikr in. Lê, dema ku ji bo bikeve meriyetê jî xwe bi paş ve dikişînin. Ji berpirsiyariyan direvin.”
‘OCALAN GELEKÎ TEMSÎL DIKE’
Endamê Komîsyona Aştî û Edaletê ya Îngiltereyê Keşe Jep Ryan jî axivî û bal kişand ser kampanyaya îmzeyan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Heta vê gavê nêzî 10 milyon îmze hatine berhevkirin û hê jî kampanya didome. Ocalan gelekî temsîl dike. Ocalan aktorekî sereke ye ku ji bo şer bide rawestandin. Bêyî ku şer hê mezintir bibe divê CPT û MPKE bi lezgînî bikevin nav tevgerê.”
‘PARÊZERÊN OCALAN JÎ LI MPKE’YÊ NE’
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bolmez, Mahmût Şakar û ji endamên “Însyatîfa Ji Ocalan Re Azadî” bi Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî re rêzecivîn bi CPT û MPKE re li dar xistin. Di van hevdîtinan de bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan.
AKTIVÎST JÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYA NOBEDÊ DIBIN
Nêzî 40 aktivîstên ji gelek welatên cuda yên Ewropa beşdarî çalakiya nobedê ya “Ji Ocalan Re Azadî” ya ku ev nêzî 4 salan e li pêşiya avahiya MPKE berdewam dike bûn.
Li gel çalakiyê jî aktivîst beşdarî gelek semînerên bi mijarên konfederalîzma demokratîk, jineolojiyê dibin, cihê xwe di giftogoyên li ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê digirin. Heyeta Aşitiyê ya Navneteweyî û aktivîst wê sibehê jî çalakî û hevdîtinên xwe berdewam bikin.