Heyeta Aqilmendan, bi parlamenter û şaredarên girtî re rûnişt

Heyeta Aqilmendan, bi parlamenter û şaredarên girtî re rûnişt

Endamên Koma Bakurê Kurdistanê ya Heyeta Mirovên Aqilmend, bi parlamenter û şaredarên BDP'yî yên girtî re hevdîtin pêk anîn. Parlamenter û şaredarên bi heyetê rûniştin dan xuyakirin, ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê.

Heyeta Mirovên Aqilmend, pêr çûn Girtîgeha Tipa D ya Amedê û bi Parlamenter û Şaredarên BDP'yî yên girtî re hevdîtin pêk anîn.

Endamê heyetê Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem diyar kir, ku di çarçoveya serdanê de wan bi Parlamenterên BDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Selma Irmak, Parlamenterê BDP'ê yê Rİhayê Îbrahîm Ayhan, Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş û Parlamenter Hatîp Dîcle ku Desteya Bilind a Hilbijartinê parlamenteriya wî ji dest girt, gelek şaredarên berê û endamên meclîsa bajaran re hevdîtin lidar xistine.

Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem da xuyakirin, parlamenter û şaredarên girtî, girîngiyeke mezin didin pêvajoya aştiyane û çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin û ji pêvajoyê gelekî bi hêvî ne.

Erdem di vê mijarê de ev xal destnîşan kir; "Wan gotin; ev pêvajo bi destê tevgera siyasî ya Kurd tê meşandin, lê stûna bingehîn a tevgera siyasî ya Kurd dîlgirtî ye. Gotin, eger ew li derve bin, ewê hîn bêtir karibin piştgiriyê bidin pêvajoyê. Destnîşan kir, ku ji bo pêvajo sererast bi pêş bikeve, divê ev nakokiya heyî ji holê rabe. "

Prof. Dr. Erdem da xuyakirin, ku parlamenter û şaredarên girtî, ji mirovên derve bêtir piştgiriyê didin pêvajoyê û ev yek wan gelekî kêfxweş dike.

Erdem ragihand, ku ti daxwazeke şexsî ya parlamenter û şaredarên girtî tineye û di çarçoveya qanûna dawî de rewşa girtiyên nexweş xistiye rojevê. 

Prof. Dr. Erdem diyar kir, ku parlamenter û şarederan bal kişandine ser rewşa 70 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e û xwestin ji rewşa wan re çareseriyek bê dîtin.