Ji heyeta AGÎT Andreas Baker, Steven Martin û Vladimir Misev, Koma Meclîsê ya HDP’ê ziyaret kirin. Heyeta AGÎT’ê diyar kir ku ji bo têkildarî ewlekariya hilbijartinên 7’ê Hezîranê nirxandina daxwaz û rewşê li Tirkiyeyê ne.
Ji heyeta Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropa (AGÎT) Andreas Baker, Steven Martin û Vladimir Misev, bi Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Karên Derve Berpirsyar ê HDP’ê Nazmî Gur re rûniştin.
Andreas Baker ê der barê hevdîtinên xwe de axivî, got ku wê bi encamên civînên li dar xistine, biryar bidin ka wê mîsyona çavderiyê bişînin yan na, eger bê şandin jî wê mîsyoneke çawa bê şandin. Baker got ku di nav hefteyekê de wê nêrînên xwe parve bikin.
Gur ê pirsên heyetê bersivand bal kişand ser pêşveçûnên Qanûna Ewlekariya Hundir û yên ne demokratîk. Gur diyar kir ku bandorên neyênî yên ewlekariya zêde hene û hikûmet wê 20 hezar polîsên din jî bişîne herêmê.
Gur her wiha got ku kesên ji bo sindoqan tên wezîfedarkirin ji alîgirên AKP'ê tên hilbijartin û di vê mijarê de gelek delîl di destê wan de hene.