Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo karibe cara duyemîn hevdîtinê bi Rêber Apo re bike serî li Wezareta Edaletê da.

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo karibe hevdîtineke din bi Rêber Apo re bike serî li Wezareta Edaletê da. Hîn nayê zanîn bê di nava heyeta biçe Îmraliyê de kî hene.

Di nava heyeta destpêkê de ku 28'ê Kanûna 2024'an çû Îmraliyê parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan hebûn.

Piştî hevdîtinê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, tevlî heyetê bû.

Heyetê ji 28'ê Kanûnê û pê ve bi serokên partiyên siyasî yên li Meclîsê, siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kir.