Heyeta Îmraliyê: Teqez divê hevdîtin pêk were

Endamên Heyeta Îmraliyê têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê li dar xistin û du pêşniyaz kirin. Heyetê diyar kir ku divê parêzer, malbat an jî endamên heyeta Îmraliyê hevdîtinê bi Ocalan re bikin.

Têkildarî şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nûçeyên li ser medyayê de derdikevin, endamên heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Ceylan Bagriyanik li avahiya HDP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û bang li hikumetê kirin.

Endamê heyetê parlementer Sirri Sureyya Onder du pêşniyaz kir. Onder got ku, “Ji bo rewşa tendirustiyê ya rêzdar Ocalan divê malbat, parêzerên wî yan jî endamên heyeta Îmraliyê hevdîtinê bi rêzdar Ocalan re bikin.”

Endama heyetê Pervîn Bûldan jî diyar kir ku bi telefonê bi Wezareta Edaletê re axivîne û got, “Min ragihand ku ji ber nûçeyên li ser medyaya civakî em bi fikar in. Wezareta Edaletê diyar kir ku Serdozgeriya Komarêya Bûrsayê daxuyanî daye. Min jî diyar kir ku ev têr nake, divê malbat an jî parêzer an jî heyeteke me ya siyasî biçin hevdîtinê. Di vî warî de hê tiştek ji me re negotine.”