Heyet El-Tensîq piştgiriya rêveberiya demî kir
Heyet El-Tensîq piştgiriya rêveberiya demî kir
Heyet El-Tensîq piştgiriya rêveberiya demî kir
Desteya Hevgirtina Niştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) diyar kir ku ji mafê hemû gelê Sûriyê ye, xwe birêve bibe. Desteya Hevgirtina Niştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk piştgiya rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê kir.
Buroya Rêveberiya Desteya Hevgirtina Niştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk derbarê avakirina Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî de daxuyaniyeke niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Desteya Hevgirtina Niştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk ji bo mafê gelê kurd li ser xeta xwe ye û Kurdan wekî beşekî sereke di Sûriyê dibîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku ji mafê hemû gelê Sûriyê ye parastina xwe bikin û xwe birêve bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji mafê hemû herêmên ji destê rêjîma Baas hatine derxistin ku rêveberiya xwe bikin û li gorî siyasetên nû li herêmê sîstemeke demokratîk avabikin.
Di daxuyaniyê de avakirina Hikûmeta Demî ya Koalîsyonê ku li derveyî sînor hate îlankirin hate şermezarkirin û ev tişt hatin gotin: "Ji bo parastina yekîtiya Sûriyê û rawestandina hewldanên parçekirina Sûriyê û metrsîna wê ya li ser civaka Sûriyê em avakirina Hikûmeta Demî ya Koalîsyonê şermezar dikin. Em di wê hikûmetê de metrsîneke mezin li ser yekîtiya Sûriyê û dibînin. Ev hikûmeta behsa mijarê di xizmeta hêzên derve de ye û riyeke nû li pêşiya têkbirina civîna Cenevre 2 digire.
Di dawiya daxuyaniyê de Desteya Hevgirtina Niştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk da zanîn ku ew amade ne bi şandeke serbixwe li gel Desteya Bilind a Kurd û kesayet û hêzên demokratîk beşdarî civîna Cenevreyê 2 bibin.