Hewlêrê 10’ê Adarê ‘Roja Cilûbergên Kurdî’ îlan kir

Hewlêrê 10’ê Adarê ‘Roja Cilûbergên Kurdî’ îlan kir

Wezareta Perwerdeya Herêma Başûrê Kurdistanê 10’ê Adarê ‘Roja Cilûbergên Kurdî’ îlan kir.

Li gorî nûçeya rojnameya Rûdawê biryar di civîna 13’ê Sibatê ya Wezareta Perwerdeyê de hatiye girtin. Berdevka Wezaretê Hacer Dawûd daxuyaniyek da Rûdawê û got: “Di civînê de biryar hate girtin ku 10’ê Adarê bibe Roja Cilûbergên Kurdî.”

Dawûd da diyarkirin ku, di Roja Cilûbergên Kurdî de dê “Hemû peywirdarên di sazî û dezgayên girêdayî hikumetê, xwendekar û mamoste dê cilên Kurdî li xwe bikin.”