Hewldana astengkirina bîranîna komkujiya Meraşê
Kesên ku ji bo tevlî bernameya bîranînê ya ji ber salvgera komkujiya Meraşê ya 39’an bibin xwestin biçin Meraşê hatin astengkirin.
Kesên ku ji bo tevlî bernameya bîranînê ya ji ber salvgera komkujiya Meraşê ya 39’an bibin xwestin biçin Meraşê hatin astengkirin.
Girseya ku di nav wan de rêxistinên Elewî jî hebûn, bi hinceta qedexeyê nehiştin ku têkevin bajêr.
Walîtiya Meraşê beriya salvgera komkujiya Meraşê bi çend rojan li Meraşê qedexeya çalakiyan ji bo mehekê ragihandibû. Rêxistinên Elewî jî li dijî qedexeya ku her sal tînin helwest nîşan dabûn û gotin ew ê kesên ku di komkujiya Meraşsê de jiyana xwe ji dest dane li Meraşê bi bîr bînin.
Piştî hevdîtinan destûr hate dayin ku dixwazin biçin bîranînê, derbas bibin.