Hevserokên YEK-KOM’ê Akbayir û Koç in

Hevserokên YEK-KOM’ê Akbayir û Koç in

Yekitiya Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) li rêveberiya xwe ya nû peywiran dabeş kir. Li gorî vê Hamîde Akbayir û Yuksel Koç bûn hevserokên YEK-KOM’ê.

Rêveberiya YEK-KOM’ê ya ku di kongreya 19’emîn a ku hefteya borî pêk hat de hate hilbijartin, a ji 15 kesan pêk tê li buroya navendî ya li Dusseldorfê civiya. Di civînê de pênç xebatê yên weke rêxistinkirin, raya giştî û lobî jin, ciwan û maliye hatin avakirin. Di encama civînê de Hamîde Akbayir û Yuksel Koç bûn hevserok. Her wiha Erol Polat bû alîkarê hevserokan, Yilmaz Kaba bû berpirsê karên nivîskî û Niyaz Oztaş jî bû Hesabgir federasyonê.