Hevserokên KCD û HDP’ê wê bi Neçîrvan Barzanî re bên cem hev

Hevserokên KCD û HDP’ê wê bi Neçîrvan Barzanî re bên cem hev

Hevserokên HDP û KCD’ê li Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêk anîn û wê bi Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re hevdîtinê bikin.

Heyeta ku ji Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, Seroka Federasyona Êzidiyên Ewropayê  Leyla Ferman, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk pêk tê hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomînin.

Heyet piştî hevdîtinên xwe yên li Silêmaniyê derbasî Hewlêrê bûn û îro di saetên nîvro de wê bi Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re bê cem hev.