Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi Papanreoû re rûniştin

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi serokwezîrê berê û parlementerê Tevgera Guherînê ya Yewnanistanê George Papandreoû re li navenda giştî ya HDP’ê rûniştin.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi serokwezîrê berê û parlementerê Tevgera Guherînê ya Yewnanistanê George Papandreoû û heyeta pê re li navenda giştî ya HDP’ê rûniştine.

Bi Papandreoû re yê ku di heman demê de Serokê Enternasyonala Sosyalîst e, ji xeynî geşedanên herêmî, rewşa siyasî ya Tirkiyeyê, stratejiyên hilbijartinê, doza girtina HDP’ê hate nirxandin.

Hate diyarkirin di hevdîtinê de hatiye xwestin ku di xebatên Enternasyonala Sosyalîst û Konseya Ewropayê de divê hevkarî û hevgirtina di navbera her du partiyan de were xurtkirin.