Hevserokên Giştî: Em ê van rojên zehmet bi hev re bibihurînin

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel ji Civata Giştî ya HDK'ê re peyam şandin û destnîşan kirin, ku ew ê bi berxwedan û rêxistinbûyîneke xurt van rojên zehmet bibihurînin.

Li 7. Civata Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), peyamên Hevserokên Giştî yên HDP û DBP'ê hatin xwendin.

Peyama destpêkê ya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel bû. Peyama Tûncel ji aliyê dîwanê ve hat xwendin.

Tûncel da xuyakirin, ku civata giştî di demeke zehmet, lê xwedî derfetên dîrokî de pêk tê û got, "Ev Civata Giştî ji bo ji nû ve birêxistinkirina HDK'ê gelekî girîng e. Ez bawerim wê bi biryardariyeke mezin, bi coş û moraleke xurt civata giştî wê bi ser bikeve. Bi vê bîr û baweriyê delegasyona Civata Giştî silav dikim."

Tûncel diyar kir, ji bo siberoja gelên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo avakirina azadî û demokrasiyê, erk û berpirsyariyên gelekî girîng li pêşiya wan e û destnîşan kir, Civata Giştî ya HDK'ê wê bi vê berpirsyariyê rabe û encamên gelekî girîng jê derkeve.

Tûncel got, "Têkoşîna yekbûYî ya hêzên azadî û demokrasiyê, wê li dijî faşîzma ku dixwaze me di nava tarîtiyê de bifetisîne, mîna çirayekê her vêketî be."

Sebahat Tûncel di peyama xwe de destnîşan kir, ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên zordariyê re hewl dide hêviya mirovan bişikîne, bendewariyên ji siberojeke bedew ji holê rake û got, "Lê em dizanin, ku ew ê ti carî bi ser nekevin. Em ê bi hev re jiyana nû ava bikin." Di dawiya peyama xwe de Tûncel bi bîr û baweriya afirandina siyaseteke azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk, meclîsa timî û hevberdevkên werin hilbijartin pîroz kir.

Peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî bi vî rengî ye:

"Beriya her tiştî ez civata we ya giştî û hemû hevalan silav dikim. Em bi hest, bi coş, bi baweriya ji berxwedanê û bi dilsoziya bi serketinê re di nava we de ne... Em ê bi hev re 24 saetan bixebitin, xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin û bi vî rengî van rojên zor û zehmet bibihurînin. Qet gumana min jê nîne; wê HDK bi rola xwe ya dîrokî rabe û pêngavekê bide destpêkirin.

Hêvîdarim wê kongre bi coş û moraleke mezin biqede. Di serî de hevalên jin û ciwan, ez hemû kadroyên HDK'ê ji dil silav dikim. Di serî de hevberdevkên heta niha bi erka xwe rabûne, spasiya hemû rêveberiyê dikim. Ji hevalên nû yên bi erk û berpirsyariyê rabin re serketinê dixwazim. Serketin wê ya berxwedêran be. Bijî berxwedana gelan."

Peyama Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî bi vî rengî ye:

"Beriya her tiştî ez vîn û berxwedana jinê silav dikim. Ya ku Qesr jê re dibêje Tirkiyeya Nû, diyare ku dîktatoriyeke nû ye. Lê belê ji bo vê yekê pêk bîne, divê beriya her tiştî vîn û berxwedana jinê bişikînin. Baş bi vê dizanin. Em jin, em ê rê nedin vê. Jin tê wateya hêz û avakirina jiyana nû. Û em vê hêzê li her derê, li kolanan, li çiyê, febrîqe, girtîgeh, meclîsê ava dikin, em ê ava bikin. Em bi rengê jinê li ber xwe didin, em ê dev ji kenê ji rengê jinê bernedin. Jin wê bi ser bikevin."