Hevserokê CDK-F: Bi dengên xwe re em AKP'ê biqedînin!

Hevserokê CDK-F Ozay bang li hilbijêran kir kubiçin ser sindoqan û got, "Li dijî faşîzma AKP'ê divê her kes bikeve nava tevgerê."

Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hilbijêrên li derveyî welat dijîn îro dest bi dengdayînê kirin û wê heta 25 Cotmehê dengên xwe karibin bi kar bînin. Hilbijêrên li Fransayê dijîn, ji danê sibehê ve li Parîs, Marsîlya, Lyon, Strasboûrg, Nantes û Bordeaûxê diçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar tînin. Li gelemperiya Fransayê 311 hezar 796 hilbijêrên qeyidkirî hene. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi giştî 115 hezar 547 hilbijêr çûn ser sindoqan. Ji sedî 29.62 ê van dengan HDP'ê wergirt û bû partiya duyemîn. HDP di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de hîn bi îdîa ye û dixwaze dengê xwe bi du qatan zêde bike. Di vî warî de xebatên HDP'ê dewam dikin.

'AKP DÎN Û HAR BÛYE'

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) Rustem Ozay daxuyaniyek da û bang li hilbijêrên li gelemperiya welêt kir ku biçin ser sindoqan û dawî li desthilatdariya AKP'ê bînin.

Ozay bal kişand ser komkujiya AKP a faşîst li Kurdistanê dike û got, "AKP bi polîsên xwe yên kujer re, jin, ciwan, zarok, extiyar her kesî qetil dike, Kurdistan veguherandiya gola xwînê û bi qasî ku cenazeyê ciwanan li pişt panzerê ve girê bide û bi erdê re kaş bike, dîn û har bûye. Bi hezaran endamên HDP'ê avêtine binê zîndanan. Em ê li ser sindoqê bersiva pêwîst bidin van polîtîkayên êrîş û şer ên AKP'ê. Bi dengê xwe re em ê vê rêveçûnê bisekinînin."

'DENGÊ MIN, LI DIJÎ AKP A FAŞÎST, JI BO HDP'Ê YE'

Ozay diyar kir ku serketina Kobanê û serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê di 1'ê Mijdarê de jî dewam bike û Ji bo mayîndekirina serketinên Kobanê û 7'ê Hezîranê divê em biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin HDP'ê û dawî li dîktatoriya AKP'ê bînin. Lewma ji îro ve divê hemû Kurd û hilbijêrên din ên li Fransayê dijîn biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Divê her kes bi hesasiyeta 'li dijî AKP a faşîst, dengê min ji HDP'ê re ye' biçin ser sindoqan."