Hevseroka KNK’ê Koç: Kongreya Neteweyî êdî ferz e
Hevseroka KNK’ê Koç: Kongreya Neteweyî êdî ferz e
Hevseroka KNK’ê Koç: Kongreya Neteweyî êdî ferz e
Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç diyar kir, ku ku li Kurdistanê bi awayekî cidî ruhekî yekîtiyê derketiyê holê. Koç destnîşan kir ku têkoşîna hevpar a YPG û pêşmergeyan gelek astengî ji holê rakirine û got, "Kongreya Neteweyî êdî mecbûriyetiyeke. Şert û merc vê ferz dikin."
DIVÊ TÊKILIYA BI TIRKIYEYÊ RE LI BER ÇAVAN BÊ DERBASKIRIN
Rewşa Başûr çi ye?
DAIŞ xistine navenda Başûr û Rojava û êrîş dikin. Ev Dewleta Îslamî niha li ser her du parçeyan sekiniye. Hewl didin piştî Rojava Başûr bê îstîkrar bikin. Lê piştî Rojava divê tedbîrên li hemberî vir bihata girtin. Bi êrîşan re derket holê ku di pergala parastinê de çiqas pirsgirêkên mezin hene. Ji ber ku bi salan bû li Başûr siyaset li ser bazirganiyê bi teşe bû. Ev geşedanên girîng pêk bîne jî, hat dîtin ku xetereyeke wek DAIŞ’ê derkeve wê hemû qezenc bikevin rîskê. Piştî êrîşa DAIŞ’ê desthilatdariya Başûr xwe ji ber çavan derbas kiriye. Xetere û tehdîd didomin. Lê li gelek cihên welat pevçûn didomin. Kerkûk, Mexmûr, Şex Sadiq, Celawla, Xaneqîn, Tuzhurmatu, Zummar, sînorê Rojava û Başûr di bin rîskê de ne.
Êrîşên DAIŞ’ê kîjan rastî derxist holê?
Başûrê Kurdistanê di 2003’an de bi federasyonê re gihişt statuyê. Lê welatên cîran ji vê nerehet bûn. Dewleta Tirk ji ber ku pêşî li vê statuyê nekarî bigirta, bi rêya bazirganiyê ket nava lêgerînê. Desthilatarên Ereb Şîî statuya vê qebûl nekirin.
Ji ber vê jî hewcebû ku mekanîzmayên parastin û dîplomasiyê bi hêztir pêş bikevin.
Di tifaqa bi Tirkiyeyê re divê çi tedbîr bên girtin?
Beriya her tiştî divê pêvajoya çareseriyê baş bê analîzkirin. Divê bê zanîn ku AKP înkara Kurdan bi versiyonên cuda dimeşîne. Divê di operasyonên KCK û nîqaşên çareseriyê de dij-polîtîkaya Kurdan bihata dîtin. Îtîfaqa bi destê dewleta Tirk hat pêş xistin, hem bi Ereban re û hem jî bi hêzên navneteweyî re bû pirsgirêkeke ku navbera desthilatdariya Başûrê Kurdistanê xera dike.
Armanca dewleta Tirk çi bû?
Dewleta Tirk dixwest ji vê kaosa herêmê an jî ji vê valahiya siyasî ji bo xwe parê derbixe. Lê dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya ku îstîkrara heyî kûrtir kir, berevajî siyaseta Rojhilata Navîn a hêzên navneteweyî bû. Dixwaze bi siyaseta Sûriye û Iraqê bêhna xwe bigire.
Têkiliya dostaniya germ a Başûrê Kurdistanê ya bi AKP’ê re temenê vê rejîmê dirêj kir û ji kamuflekirina polîtîkaya dij-Kurdan re xizmet kir. AKP’ê Başûrê Kurdistan û Bexda anî rû hev, têkiliyên DYA û YE’yê jî da zorê. Tirkiye ev du sal e ji bo ku qezencên gelê Kurd tune bike piştgirî da El-Nusra û DAIŞ’ê. Lê Kobanê hikûmeta AKP’ê deşîfre kir.
Kî biryaran digire?
Li Başûr gelek partî hene. Dema ev nabin yek siyaseta welat parçe dibin. Cihê ku tên cem hev meclîs e. Ji ber vê jî divê nîqaş li ser esasî neteweyî de bên meşandin. Lê ev feraset hê heye. Dibêjin parçeyê min, partiya min. Ger em dixwazin sedsala 21’ê ya me be, hewcedarî heye ku em ji bo demdirêjî bifikirin. Ji bo Kurdistanê ev sedsal gelek girîng e.
Meclîsa Başurê Kurdistanê biryara şandina pêşmergeyan a Kobanê girt. Ev gelek girîng bû. Dîsa di mijara nêzîkatiya li dijî Rojava de meclîsê çarçoveyeke erênî danî holê.
PARASTINA HEVPAR RUHEK AVA KIR
Xebatên Kongreya Neteweyî di kîjan astê de ye?
Kongreya Neteweyî êdî ferz e. Xebata 4 mehan a sala buhrî hat meşandin, hemû partî bi rastiya wan re anî rû hev. Vê xebatê di raya giştî de moralek mezin ava kir. Vê di heman demê de bendewariyek jî derxist holê. Vê bendewariyê li ser siyaseta Kurd jî bandorek mezin kir. Piştî êrîşên DAIŞ’ê ev daxwaz zêdetir bû. Bi taybet jî derket holê ku bi tena serê xwe parastin ne cih de ye û tê xwestin ku divê lezgîn ev bê kirin.
Niha li gelek qadan ji xwe bi hev re tevdigerin. Li Şengal, Kerkûk, Mexmûr, Xaneqîn, Celawla, xeta Rojava-Başûr û herî dawî jî li Kobanê yekîneyên leşkerî hatin avakirin. Divê stratejiyeke parastinê ya hevpar bê avakirin. Çavên hemû cîhanê li Kurdistanê ye. Bi Kongreyeke neteweyî encamên ku tên bidestxistin wê gelek girîng bin. Ji ber vê divê lezgîn ev kongre pêk bê. Derfetên mezin di destên me de ne.
Gelo der barê vê de xebatek şênber heye?
Li ser geşedanên Rojava em parçe bûn. Di lihevkirina Duhokê de zemînek diyalogê ava bû. Ji ser Rojava tevgere pêşketineke erênî ye. PKK’ê ev ji nû ve teşwîq kir, Birêz Mesut Barzanî ev pirsyarî dîsa girt ser xwe û YNK’ê û partiyên din piştgirî dan vê. Niha diyalog hene. Ji bo şaşiyên sala buhrî dubare nebin hevdîtin hene. Di esas de xebatên der barê yekîtiya neteweyî de qet nesekinîn.
Di alî siyasî û dîplomasiyê de Kurdistan serdema xwe ya zêrîn dijî. Di qada siyasetê de guherîneke radîkal mijara gotinê ye. Kesê ku heta îro Kurd wek tehdîd didîtin, îro dibêjin YPG, YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê serkeftin bidest xistiye. Yekîtiya gerîlayan û pêşmergeyan yekîtiya Kurdan rehettir dike.
JI BILÎ KURDAN HER KES YEKÎTIYA KURDAN DIXWAZE
Kî yekîtiya Kurdan dixwaze?
Hemû welatên ku DAIŞ’ê wek tehdîd dibîne, yekîtiya Kurdan dixwaze. Tenê Tirkiye naxwaze. Ji ber ku tenê dewleta Tirk DAIŞ’ê wek dost dibîne. Ji ber ku niha du hêz li vir hene. DAIŞ û Kurd. Kî yekîtiya Kurdan dixwaze di Kobanê de ev zelal bû. Yanî yek tişta ku kongreya Neteweyî ferz dike jî polîtîkayên derve ne.
Têkoşîna hevpar a pêşmerge û YPG’ê ya li ser siyasetê çi ye?
Piştî êrîşa DAIŞ’ê psîkolojiyek tirsê afirî. Lê YPG’ê berxwedan da destpêkirin û pêşmerge jî tevlî bûn. Vê ev tirs têk bir. Bi gel re bawerî çêbû. Gel niha xwe di bin parastinê de dibînin. Ger di qada leşkerî de yekbûnî pêkan be, bêguman di siyasetê de jî ev pêkan e. Rastiyek wisa heye. Gelê din bi gelê Kurd bawer dikin û dixwazin di qada parastinê de aktîf bibin. Ev bandorê li siyasetê din jî dike û partiyên siyasî jî dide zorê. Yanî Kurd niha bi her awayî serdema xwe ya zêrîn dijîn.
YPJ BÛ SEMBOL
Têkoşîna YPJ’ê li Kurdistanê çawa tê pêşwazîkirin?
Di berxwedana Kurdan de rûpelek nû hat vekirin. Di serî de jî şervanên YPJ û YJA Starê tên dîtin. Heyranbûna ji bo jinên Kurd di kovarên modeyê de jî bûn mijara sereke. Gelek kesên biyanî tevlî YPJ’ê dibin. Cil û bergên ku gerîlayên jin yên Kurd li xwe dikin, êdî mirov dixwazin li xwe bikin.
Berxwedana bi heybet ya YPJ’ê a li dijî terora DAIŞ’ê baweriyek mezin da jinên Başûrê Kurdistanê. Niha gelek jin ji bo parastina xwe û axa xwe kursên parastina xweser daxwaz dikin. Her wiha dixwazin ku jin zêdetir di siyasetê de cih bigirin. Ji ber ku têkoşîna YPJ’ê di rewşa ku Kurdistanê derbas dike de ye. Ji ber vê jî jinên li vê qadê bi awayekî cidî di bin bandora vê de dimînin. DAIŞ jinan direvîne, li bazaran wek kole difroşe. Bi vê re dixwaze gelê Kurd teslîm bigire.
Lê bi hebûna YPJ û YJ Starê Kurdistan ne Kurdistana berê ye. Kurdistana bi destê jinê hatiye neqişkirin têk naçe. Rojava ji ber vê yekê tevî hemû êrîş û tecrîdan têk naçe û ser piyane.
HEWCEDARÎ BI KONFERANSEKÊ HEYE
Rewşa Şengalê niha çi ye?
Divê em zêdetir li ser encamên şer kûr bibin. Encama herî mezin a şer koçberî ye. Niha li Başûrê Kurdistanê ji ber şer mîlyonek û nîv koçberiya di hundir de heye. Li Bakur û Rojava jî koçberiyeke cidî heye. Ji bo Kurdistanê her çiqas alîkarî bê kirin jî têr nake. Li Şengalê niha 15.000 mirovên sivîl hene. Ji erdê alîkarî nekare biçe. Zivistan e. Derfetên xurek û starbûnê tune ne. Li Duhokê ji 200 hezarî zêdetir Rojavayî û Şengalî hene.
Di kîjan şert û mercan de dijîn?
Li kampên Duhok û Zaxo pirsgirêkên mezin hene. Li bajarên wek Hewlêr û Silêmaniyê kamp baştir in. Lê li cihên din pirsgirêkên mezin hene. Pirsgirêkên paqijî û hîjyenê hene.