Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Tunç hate destgîrkirin

Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Guler Tunç, di serdegirtinên malan a saetên şevê de hate destgîrkirin.

Di serdegirtinên danê sibê ya li Hezex û navenda Şirnexê de bi giştî 7 kes hatibûn destgîrkirin. Piştî navçeya Hezex û Şirnexê li Cizîrê jî Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç hate destgîkirin. Tunç dema ji avahiya partiyê diçû mal di serdegirtina malê ya polîsan de hatiye destgîkirin. Tunç a ji aliyê tîmên şaxa TEM’ê ya Cizîrê ve hatin destgîrkirin, li miduryeta emniyetê ya navçeyê radigirin. Di derbarê Tunç de nava 4 mehan 9 lêpirsîn lê hatibû vekirin, herî dawî dema serdana ji bo goristana hevjîn û birayê hevjînê wî yên di dema qedexeya kolanan hatibû ragihandin de jiyana xwe ji dest dabûn de lêpirsîn derbarê wê de hatibû vekirin.

Biryara veşartinê di derbarê lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatiye destpêkirin hate girtin, hate ragihandin ku dibe hejmara kesên bêndestgîrkirin zêdetir bibin.

HEJMARA KESÊN LI MÊRDÎNÊ HATINE DESTGÎKIRIN GIHIŞTE 8’AN

Di serdegirtinê malan ên saetên sibê ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê de Îrfan Yakut hatibû destgîrkirin. Navên kesên di serdegirtinên malan ên li navçe û Mêrdînê de wiha ne: Hatîp Oncu û bavê wî Ferhat Oncu, Hamza Ariman, Abdulkadîr Tati, Faysal Taş, Erhan Mûtlû, Endamên Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Nisêbînê Zeyneb Sevluş, Îrfan Yakût