Hevşaredarê HDP’yî ji kar derxistin

Wezareta Karê Navxweyî ya Tirk Hevşaredarê Ebexê yê HDP’yî Farûk Demîr bi biryarekî “keyfî” ji kar derxist.

Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de HDP’ê Şaredariya navçeya Ebex a Wanê bi ferqekî 50 ji sedî qezenç kiribû. Mazbataya Hevşaredara Leyla Atsak nehatibû dayîn û hincet jî îxraça bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) hatibû nîşandan. Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbata dabû namzetê AKP’ê Şefîk Ensarî û piştre hevşaredarê din Farûk Demîr weke Berdevkê Koma Şaredariya HDP’ê li meclîsê endamtiya xwe domand.

Demîr ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ve ji kar hate derxsitin. Demîr nerazîbûn nîşanî biryara keyfî da û got; “Em nizanin hinceta ji kar derxistinê çi ye. Em vêya dizanin ku li tiştekî derveyî mewzûat (hiqûq) me tiştek nekiriye.”

Demîr bi domdarî got; “Hewldanên me ji bo derxistina holê ya nelirêtiya demê qeyûm de û îhaleyên ku ji bo alîgirên AKP’ê hatine dayîn derxînin holê hebûn. Tenê hedefkirina me dikare bi vî awayî were eşkere kirin. Lê me ti caran dev jî têkoşîna xwe bernedaye.”