Hevşaredara Qerqeliyê hat girtin

Hevşaredara Qerqeliyê Handan Bagci, Alîkarê Hevşaredaran Okan Bayram û endamê meclîsa şaredariyê Kasim Hazir hatin girtin.

Hevşaredara navçeya Wan Qerqeliyê Handan Bagci û Alîkarê Hevşaredaran Okan Bayram, li ser dijderketina dozgeriyê careke din hatin binçavkirin û hatin girtin. Polîsên ku danê sibehê hatin şaredariyê, ji ber îtiraza dozgeriyê ya li biryara dadgehê, Bagci û Bayram binçav kirin.

Endamê Meclîsa Şaredariyê Kasim Hazir jî li kolana Ataturk hat binçavkirin. Bagci, Bayram û Hazir ê ji sedî 70 astengdar e, derxistin pêşberî 1. Dadgeha Ceza ya Asliye. Dadgehê bi hinceta "li ser navê rêxistinê sûc kirine", "li hemberî karmendê wezîfedar derketine" û "zerar dane mal" Bagci, Bayram û Hazir girt.