Hevşaredara Pîranê û gelek kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin ku Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr jî di nav de ye.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin ku Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr jî di nav de ye.
Hêzên bi çek ên dewleta Tirk, danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li navçeya Pîran a Amedê. Di van serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin, ku Hevşaredar Zulfiye Kîşmîr jî di nav de ye.
Ji binçavkiriyan navên eşkere bûne ev in: Recep Ateşmen, Nevzat Guneş, Saît Aktûlûm, Mûstafa Dayan, Şemsettîn Çermîş, Ozgur Karakûş, Huseyîn Karaç, Ferhat Ozyoldaş.
Hevşaredarê Pîranê Abdulsamet Bîlgîn jî beriya niha hatibû girtin.