Hevrikiya li El Tanafê mezin dibe: DYA pozîsyona xwe xurt kir

Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, çeperên xwe yên li herêma El Tanafê ya Sûriyeyê, ku li ser sînorê Iraqê ye, xurt kir.

El Tanaf li ser rêya bejahî ya navbera Şam û Bexdayê ye. Hêzên taybet ên koalîsyonê, ev çend meh in li vê herêmê hêzên herêmî perwerde dikin.

Li gorî Pentagonê, di destpêka meha Gulanê de hêzên alîgirê Îranê li herêmê civiyan. Hebûna van hêzan li herêmê, ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve weke gefekê tê dîtin.

Roja 18'ê Gulanê, balafirên şer ên Amerîkayê êrîşî van hêzên ber bi El Tanafê ve diçûn xistin. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, 8 kes di vê êrîşê de mirin.

Berdevkê Koalîsyonê Ryan Dîllon bi rêya vîdeokonferansekê ji Bexdayê ragihand, ku piştî vê bomberdûmanê, wan hêza xwe ya li herêmê xurtir kirine. Dîllon got, "Em li pêşberî her şêwe gefên hêzên alîgirê rejîmê amade ne." Li gorî berdevk, li El Tanafê bi qasî 200 leşkerên koalîsyonê û hêzên herêmî yên Sûriyeyî hene.

Serheng Dîllon her wiha diyar kir, wan ewlekariya hewayî jî pêk anîne û anî ziman, hêzên alîgirê rejîmê bataryayên tank û topê li herêmê bi cih kirine.

Koalîsyon dixwaze, hêzên alîgirê rejîmê xwe ji herêmê vekişînin. Bi vê armancê bi rêya balafiran belavok ji hewayê hatinb elavkirin, lê heta niha encamek ji vê hewldanê derneket.

Rewşa li El Tanafê, hevrikiya navbera aliyên şer ên li Sûriyeyê radixe pêş çavan. Aliyên şer hewl didin bibin aktorê bingehîn ê têkoşîna dijî DAIŞ'ê ya li rojhilatê Sûriyeyê. Rejîma Şamê û tifaqên wê hewl dide li pêşiya DYA bibin asteng ku li vir nebe hêzeke têdikoşe.