Hevkariya Eûtelsat û dewleta Tirk hatin protestokirin
Biryara tarîkirina weşana 3 televîzyonên Kurdî ku ji aliyê Kargeha peyka Eûtelsat a Fransî ve li Amstermdam û Parîsê hate protestokirin.
Biryara tarîkirina weşana 3 televîzyonên Kurdî ku ji aliyê Kargeha peyka Eûtelsat a Fransî ve li Amstermdam û Parîsê hate protestokirin.
AMSTERDAM
Li paytext Amsterdam a Hollandayê, biryara tarîkirina weşanên 3 televîzyonên kurdî ya li ser pîlanên qirêj ên lihevkirina dewleta Tirk û Eûtelsatê hatiye girtin, bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakgerên ku li pêşiya avahiyên Rojnameya De Voklskrant Het Parool û Troûw ên Hollandayê kom bûn, bi rêveberekî yên rojnameyan re hevdîtinek pêk anîn û dosyayek pêşkêş kirin.
Çalakgerna di hevdîtinê de ji rêveberan re diyar kirin ku wê têkoşîna gelan pîlanên qirêj ên li ser têkiliyên dewletan hatine avakirin bişkîne û wê berxwedana Kurda mezin bikin û rê nadin ku televîzyonên Kurdî bên girtin.
Çalakgerên ku Eûtelsat prosteto kirin, pankarta ku logoyên Stêr TV, Ronahî TV û News Channel ên ku di derbarê wan de biryara tarîkirina weşahê hatiye girtin, vekirin û gelek belavok belavkirin.
PARÎS
Li ber peravê Vîlleneûve Saînt Georges a Parîsê, biryar tarîkirina weşanên 3 televîzyonên Kurdî ya li ser daxwaza dewleta Tirk a bi hevkariya Eûtelsatê ve hatiye girtin, bi çalakiyekê hate protestokirin.
Di çalakiya li pêşiya şaredariya Vîlleneûve Saînt Georges hate lidarxistin de, belavokên ku hevkariya qirêj a dewleta Tirk a li gel Eûtelsatê tîne ziman hatin belavkirin û dirûşmên “Erdogan dîktator, Eûtelsat hevkar” û “Ji sansûra Erdogan û Eûtelsatê re Na” hatin qîrkirin.
Çalakî piştî ku Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîlleneûve Saînt Georges Memût Han bang li Kurdistaniyên li Fransayê dijîn kir ku xwedî li televîzyonên xwe derkevin û şûnde bi dawî bû..