Hevdîtinên li ser destnedanê, bi heqaret û êrîşên AKP'yiyan destpê kirin
Danûstandinên li ser pêşniyara AKP'ê ya ji bo rakirina destnedanê, bi êrîş û heqaretên parlamenterên AKP'yê yên li hemberî parlamenterên HDP'ê destpê kirin.
Danûstandinên li ser pêşniyara AKP'ê ya ji bo rakirina destnedanê, bi êrîş û heqaretên parlamenterên AKP'yê yên li hemberî parlamenterên HDP'ê destpê kirin.
Danûstandinên li ser pêşniyara AKP'ê ya ji bo rakirina destnedanê, bi êrîş û heqaretên parlamenterên AKP'yê yên li hemberî parlamenterên HDP'ê destpê kirin. Hevdîtin, ji bilî endamên komîsyonê li hemû parlamenteran vekirî tê kirin.
Endamên komîsyonê yên HDP'yî Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar û Garo Paylan, tevî parlamenterên HDP'ê Îdrîs Balûken, Ferhat Encu, Ertûgrûl Kurkçu, Mahmût Togrûl hatin komîsyonê.
Sancar pêşniyar kir ku heta dawiya hevdîtinan rojnamevan li cihê civînê bimînin. Her wiha da zanîn, ku salon biçûk e, parlamenter li ser piyan mane û pêşniyar kir ku ev hevdîtin li saloneke din a mezin bê kirin.
Di vê kêliyê de parlamenterên AKP'ê heqaret û tacîz li HDP'yiyan kirin. Li ser vê yekê parlamenter bi hev ketin.
HDP ÇI PÊŞNIYAR DIKE?
HDP pêşnyar dike, ku ji bilî destnedana mafê axaftinê, mafê din ê destnedanê ji her alî ve bê rakirin, biryarên mîna girtin û kontrola edlî ji dema piştî parlamenteriyê re bên hiştin û parlamenter li Dadgeha Bilind werin darizandin.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî dabûn xuyakirin, ku ew ê destekê bidin pêşnhiyara AKP'ê. Lê di nava CHP'ê de li ser vê mijarê nêrîneke hevpar nîne. Alîkarê Serokê Giştî Sezgîn Tanrikûlû diyar kiribû, divê pêşniyara AKP'ê neyê destekkirin.
AKP PÊŞNIYARA ÇI DIKE?
AKP pêşniyar dike ku xaleke demî li Destûra Bingehîn bê bicihkirin, bi vî rengî destnedana parlamenterên fezlekeyên wan li Wezareta Edaletê, Serokwezaretî, Serokatiya Meclîsê û Komîsyona Têkel in bê rakirin. Piştî ku ev qanûn bikeve meriyetê wê di nava 15 rojan de fezleke ji dadgehan re bên şandin û bi van dosyayan re wê pêşî li darizandina parlamenteran bê vekirin. Her wiha di pêşniyarê de tê destnîşankirin ku parlamenter li hemberî vê guhertinê nikare serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.
HEJMARA DOSYAYÊN DESTNEDANÊ GIHAŞT 600 HEBAN
Hejmara dosyayên destnedanê yên gihaştin Meclîsê bû 600. Ji van dosyayan 46 têkildarî AKP'ê, 179 têkildarî CHP'ê, 354 têkildarî HDP'ê, 17 têkildarî MHP'ê û 5 jî têkildarî Parlamentera Serbixwe ya Enqereyê Aylîn Nazliaka ye.
Hejmara parlamenterên têkildarî wan dosya hene, gihaşt 135 kesan. Ji van 27 wekîlên AKP'ê, 51 wekîlên CHP'ê, 49 wekîlên HDP'ê, 7 wekîlên MHP'ê ne. Yek ji van 135 parlamenteran Parlamentera Serbixwe ya Enqereyê Nazliaka ye.