Hevdîtina parêzeran a Ocalan re dîsa hat redkirin

Hevdîtina parêzeran a Ocalan re dîsa hat redkirin

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina asayi ya heftane bi muwekilê xwe Ocalan re pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan. Lê serlêdana parêzeran dîsa bi hinceta keştî xerabe ye hat redkirin.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re li Girava Îmraliyê hevditinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê rayedarên girtîgehê dîsa bi hinceta keştî xerabe ye serlêdana parêzeran red kir. Lê duh heyeta BDP'ê bi keştiyê çûbûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re heditin pêk anîbûn.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Ji wê demê heta niha bi hincetên keştî xerabeye, muxalefeta hewayê heye 698 rojin parêzer tên astengkirin.