Hevdîtina Ked, Aştî û Edaletê ya di Îslamê de: Kurd tên bombekirin

Di Hevdîtina Ked, Aştî û Edaletê ya di Îslamê de de hate diyarkirin ligel ku Kurd tên bombekirin jî wê gelê Kurd ji zaliman netirse.

Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mûşê bi gel re civiya. Civîn, li eywaneke dawetê hat kirin û Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay, zanyarê olê Erhan Çakmak, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, aktîvîstên Tevgera Jinê Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Şaxa Egîtîm Sen a Mûşê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tev li bûn. 

Di civînê de ji ewil endama komîsyonê Dîba Keskîn axivî û têkildarî Maseya Îslamê de agahî dan. 

Zanyarê olê Erhan Çakmak di komîsyonê de axivî û wiha got: “Em ayetên Qur’anê bi cih tînin û em ji zaliman natirsin. Zalim çiqasî şûrê xwe li ser serê me bilind bikn jî em ê netirsin. Ji bo edaletê divê mirov têbikoşe. Edaleta ku ji malên me dest pê dike dê li nava civakê jî belav bibe.” 

CIHÊ KU EDALET LÊ TUNEBE ÎSLAM JÎ LÊ TUNE

Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay jî da zanîn ku gelemperiya misilmanan ayetên Qur’anê fêm nakin û wiha domand: “Xwedê exlaq û edaletê emir dike. Kurteya Qur’anê ev e. Cihê ku edalet lê nebe, ne îslam û ne jî Qur’an lê dibe. Xwedê heq, hiqûq û edaletê li her kesî emir dike. Hemû pêxember ji bo edaletê têkoşiyan. Bila ne zarokên kurdan û ne jî yên Tirkan bên kuştin. Qur’an dibêje; ‘mirovan nekujin.’ Ji bo ku mirov neyên kuştin, werin em bi hev re têbikoşin.” 

Piştre jî Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû axivî û ev tişt anî ziman: “Weke HDP’ê me xebatek da destpêkirin û dixwazin edalet, aştî û keda di Îslamê de raxin pêş çavan. Em ê rûyê van ê rast derxînin holê. Em qala îslamê dikin lê hinek kesên ji van ditirsin. Walîtiya Mûşê hewl dide pêşî li ber vê bigire. Çi derdê walî heye? Her wiha bi gotina ‘dîn, îman, Sakaryayê’ êrişî’ bombeyan li Kurdan dibarînin. Li Îstîklalê bombeyek teqiya, bi hezaran bombe li Kurdan barandin. Hemû kes baş dizane ku tu eleqeya Kurdan bi van êrîşan re tune. Xuyaye ku fîlmekî dikişînin. Em bi vî fîlmî dizanin. Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan digot; ‘ez ê 4 mirovan bişînim û dê 8 fûzeyan biavêjin vê derê.’ Ya ku niha diqewime jî ev e.”

Hevdîtina bi gel re bi pirs û bersivan bi dawî bû.