Parêzerên Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsaye dan. Lê serlêdana parêzeran vê carê bi hinceta "rewşa hewayî" hate redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê dîsa Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta "rewşa hewayî" hate redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (490 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên "Kêştî xerabeye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.