Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate asteng kirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate asteng kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn bi hinceta “keştî xirabeye” hate astengkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Yurekli ve Mazlûm Dinç ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin vê sibehê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger bersivek erênî hatiba dayîn dê sibe hevdîtin hatiba kirin, lê belê Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê bi hinceta ku “keştî xirabeye” hevdîtin astegn kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha 166 care ango 596 roje nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "Keştî xirab bûyî ye", "Rewşa hewayê", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Belge kêmin" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.