Serlêdana hevdîtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi miwekîlê xwe re careke din bi hinceta “keştî xirabe ye” hate red kirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdan careke din bi hinceta “keştî xirabe ye” hate redkirin.
489 ROJIN HEVDÎTIN ÇÊNABIN
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heya niha (489 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û serlêdanên wan bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "keştî xirabûyî ye", "rewşa hewayê", "keştî di tehmîrê de ye", "belge kêmin" û "betlaneya fermî ye" tên astengkirin.