Hevdîtina bi Ocalan re cara 718’an jî hate redkirin
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi muwekîlên xwe re cara 718’an jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve dîsa hate redkirin.
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi muwekîlên xwe re cara 718’an jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve dîsa hate redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehdî Oztuzun, Serbay Koklû û Newroz Ûysal bi boneya bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozger serlêdana daxwaza hevdîtina parêzeran bi hinceta sînorkirina danîne ser hikûmxwaran red kir.
Bi vê biryara astengkirinê re hevdîtina li gel Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 718 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê astengkirin.