‘Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê çalakiyên ji bo azadiyê bidomînin’

Rêvebera TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer diyar kir ku hemû cîhan hêza aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibîne û got: “Desthilatdariya ku ji aştiyê ditirse, ji bo astengkirina yekbûn û hêviya gel her tiştê dike.”

ÇALAKIYÊN LI BER GIRTÎGEHAN

Girtiyên siyasî 27’ê Mijdara 2023’yan bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” greva birçîbûnê ya bidem-dorveger dabûn destpêkirin. Di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe veguherandin boykotkirina dadgehan û biryar dan ku wê hevdîtinên bi telefon-malbatê re pêk neyînin. Xizmên girtiyan jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên siyasî, li gelek cihan li ber girtîgehan çalakiya “deng bide azadiyê” dan destpêkirin û wê her roja Duşemê daxuyanî bidin.

‘TECRÎD DIBE SEDEM KU KRÎZ MEZIN BIBIN’

Ji rêveberiya TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer anî ziman ku tecrîd îro bi hemû astên xwe belavî her kesî bûye û got: “Hevdîtin bi Birêz Ocalan re nayê kirin, ev jî dibe sedem ku krîzên heyî mezintir bibin. Pêşî li hemû xebatên ekonomîk, ekolojîk, siyasî û çandî digire. Xwezaya me tê tunekirin, gel mehkûmî xizaniyê tê kirin. Lewma destpêkê ji bo ev pirsgirêk û krîz hemû bi dawî bibin, divê destpêkê tecrîd bi dawî bibe. Girtiyên siyasî bi mehane bi vê daxwazê gelek çalakî xistin meriyetê. 27’ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya bidem-dorveger kirin û piştî bi dawîbûna grevê, biryar dan ku dernekevin dadgehê, hevdîtinê pêk neyînin û mafê xwe yê telefonê bi kar neyînin. Piştî wê jî weke federasyon me bi malbatên xwe re biryar da ku her roja Duşemê li ber girtîgehan daxuyaniyê bidin û roja Şemiyê jî li ber Wezareta Edaletê bin.”

‘CIVAKÊ MEHKÛMÎ BÊHÊVÎTIYÊ DIKE’

Sebahat Bîçer destnîşan kir ku faşîzm û nîjadperestî tê zêdekirin, polîtîkayên şerê taybet li hemû bajarên Kurdistanê tên pêkanîn û ev tişt got: “Desthilatdarî nikare bi binçavkirin, girtin û komkujiyan gelê Kurd têk bibe, lewma hewl dide bi madeyên hişber û fûhûşê ku amûra şerê taybet e, ciwanan ji rê derbixîne. Bi tacîz û destdirêjiyê jinên ciwan hedef digire û zarokên me ji cewherê wan dûr dikin. Em bi desthilatdariyeke wisa re rû bi rû ne ku hewl dide li her qadê me tengav bike û bêçareserî bihêle. Tam ji ber van sedeman jî divê tecrîd rabe. Hemû cîhanê dît ku fikir û nêrînên Birêz Ocalan wê li vî welatî çi biguherîne. Her kesê hêza wî ya aştiyê dît. Desthilatdariya ku ji aştiyê ditirse, ji bo astengkirina yekbûn û hêviya gel her tiştê dike. Jin, ciwan û zarokan bêsiberoj dihêle û mehkûmî bêhêvîtiyê dike.”

‘DIVÊ EM LI DIJÎ TECRÎDÊ RABIN SER PIYAN’

Sebahat Bîçer destnîşan kir ku divê gel li dijî tecrîd, polîtîkayên şerê taybet, krîzên siyasî û ekonomîk xwe rêxistin bike û wiha got: “Eger em dixwazin di her qada jiyanê de bi azad bifikirin û bijîn, divê em bibin deng ji girtiyan re. Divê em jî li dijî tecrîdê li ser piyan bin. Em bang li hemû malbatên girtiyan, xizmên wan; hemû kesên alîgirê demokrasî û aştiyê dikin. Beşdarî daxuyaniyên me bibin ku her roja Duşemê em ê li ber girtîgehan bixwînin. Bi me re dengê xwe bilind bikin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, ev çalakî jî bi dawî nabin. Em ê heta dawiyê daxwazên xwe bînin ziman û çalakiyên xwe yên ji bo azadiyê bidomînin.”