Heta ku çapemeniya azad hebe, wê hêvî jî hebin!’

Bi sedan kes di salvegera bombekirina Ozgur Ulkeyê de li hev civiyan. Di çalakiyê de hate ragihandin ku êrîş îro dewam dikin û wiha hate gotin; “Heta ku çapemeniya azad hebe wê li Tirkiyeyê û li  Kurdistanê hêvî jî hebin.”

Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê di salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulke ya 3’ê Kanûna 1994’an li pêşiya avahiya rojnameyê ya li Beyazît Kadirgayê daxuyanî dan çapemeniyê.

Di çalakiyê de Ersîn Yildiz hate bibîranîn ê ku di êrîşa de hatibû qetilkirin. Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, Hevberdevkê HDK’ê Onûr Hamzaoglû, Hevseroka ÎHD’ê Parêzer Eren Keskîn, Serokê Weqfa Çanda Êzidî Sosyolog Azad Bariş, Serokê DÎSK Basin-ÎŞ Farûk Eren û gelek xebatkarên çapemeniya azad beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ û wêneyên Ersîn Yildiz, Mûsa Anter (Apê Mûsa), Ferhat Tepe, Kadrî Bagdû hatin hildan. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya Ayşe Guney daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Guney diyar kir ku di lêpirsîna têkildarî êrîşê de ev 24 sal in tu encam nehatiye girtin.

‘EV AGIR WÊ WE JÎ BIŞEWITÎNE!’

Guney diyar kir ku Ozgur Ulke bi têkoşînek mezin hatiye vekirin û wiha got: "Piştî rojnameyên Halk Gerçegi, Yenî Halk Gerçegî, Welatê Nû, Rojeva Azad, Welat û ji nû de Rojeva Azad di bin êrîş û gefan de Ozgur Ulke di 28'ê Nîsana 1994'an de dest bi weşanê kir. Piştî weşanê 239 roj şûnde di 3'ê Kanûna 1994'an de Avahiya Rojnameyê ya Teknikê ya li Kadirgaya Stenbolê, Navenda Buroyê ya li Bagaogluyê û Buroya Enqereyê di heman demê de hat bombekirin. Peywirkarê ragihandinê Ersîn Yildiz di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Li dijî kujeran tu mudaxele nehat kirin lê xebatkarên rojnameyê piştî ku li nexweşxaneyê hat tedawîkirin şûnde hatin destgîrkirin. 24 sal in ku tu encam ji lêpirsîna di derbarê bûyerê de hat kirin, nehat girtin."

‘XWEDÎ LI ULKE’YÊ DERKEVIN’

Guney wiha domand: "Hinek rewşenbîran di nivîsên xwe de piştgirî dan rojnameya Ozgur Ulkeyê û komekê manşeta ‘xwedî li Ulke yê derkevin belav kir. Di 2'ê Sibata 1995'an de jî rojname hat girtin.Ji roja ku dest bi weşanê kir her dem bû hedefa sansuran.

'35 ROJNAMEYA KEVNEŞOPIYÊ DEWAM KIR'

Guney da zanîn ku piştî Ozgur Ulkeyê li ser esasên weşana azad 35 rojnameyên din jî dest bi weşanê kiriye û di 23'ê Tebaxa 2016'an de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dest bi weşanê kir û ew jî di 28'ê Adara 2018'an de hatiye girtin û qeyûm tayînî Çapxaneya Gunê hat kirin û gelek xebatkar hatin girtin.

Guney herî dawî wiha got: "Em daxwaz dikin ku hevalên me demildest bên berdan. Îro gelek hevalên me ji ber ku heqîqet derxistine holê di girtîgehan de ne. Em wekî şopdarên Apê Mûsa û Gurbeteliyan dibêjin ku, kesên ku do xwestin bi bombeyan dengê me bibirin û îro bi kelepçeyan dixwazin dengê me bibirin. We got qey bi bombeyan hûn ê me biqedînin lê em bûn hezar û em li dijî we sekinîn."

'ÊŞA ERDNÎGARIYA QEDEXE DIDE BIHÎSTIN'

Piştî Guney, Hevseroka Gitşî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî axivî û wiha got: "Mînaka rojnamegeriya ku êşên qedexe ya erdnîgariya qedexe dide bihîstin e ev. Ev rojnameya ji roja ku hatiye weşandin min parêzeriya wê kiriye. Gelek hevalên min ên nivîskar hatin qetilkirin. Mezinên me yên wekî Apê Mûsa hebûn."

Parlamenterê HDP'ê Saruhan Oluç jî got: "24 sal berê li ber vî derî bombeyek teqiya lê yên ku ev bombe teqandin bi ser neketin. Yên ku xwestin dengê çapemeniya azad qut bikin bi ser neketin û ew ê bi ser nekevin."

Piştî axaftinan rojnameger çûn ser gora xebatkarê Rojnameya Ozgur Ulkeyê Ersîn Yildiz û ew bi bîr anîn. Rojnamegeran qurnefil danîn ser gora Yildiz.