‘Heta hesabê 10’ê Cotmehê nepirsin hêrsa me zindî ye’
DÎSK, KESK, TMMOB û TTB di Qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqerê de gelek kes bi gaza polîsan hatin qetilkirin û got: “Heta ku cezayê heq dike neyê dayîn wê hêrsa me zindî be.”
DÎSK, KESK, TMMOB û TTB di Qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqerê de gelek kes bi gaza polîsan hatin qetilkirin û got: “Heta ku cezayê heq dike neyê dayîn wê hêrsa me zindî be.”
Konfedarasyona Senîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) derbarê Komkujiya 10’ê Cotmehê ya 2015’an de daxuyaniyek nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin heta berpirsên komkujiyê dernexin holê û kiryarên esil neyên darizandin dê dosyeya 10’ê Cotmehê neyê girtin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 130 însan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan însan birîndar bûn û wiha hat gotin: “Em ê vê axê ji bîranîna komkujiyan û cînayetên berpirs nediyar derxin û bi aştî û demokrasiyê tacîdar bikin. Wê hêrsa me her tim zindî be. Em ê her tim hevrêyên xwe û 103 qerenfîlên xwe bibîr bînin.”