Heşdî Şebî topan davêje gundên Kurdan
Heşdî Şebî li Xurmatu gundên Kurdan ên çiyayên Hencîre û mintiqeyên Dawda dide ber topan.
Heşdî Şebî li Xurmatu gundên Kurdan ên çiyayên Hencîre û mintiqeyên Dawda dide ber topan.
Hêzên Heşdî Şebî yên bi ser artêşa Iraqê ve gundên Kurdan ên Xurmatu ên biser Selehedînê ve dide ber topan.
Li gorî agahiyan hêzên Heşdî Şebî îro ji saet 11.00’an gundên çiyayê Hencîre û mintiqeya Dawda dide ber topan.
Avêtina topan nêzî saetekê dom kir û gundên Lek, Newcûl, Telaw, Kirmik, Zenane û Warnê kirin hedef. Diyar nebû bê ka di encamê de kesek hatiye kuştin an na, her wiha zelal nebûye bê ka ziyana madî çêbûye. Diyar bû ku hin welatî ji ber sedema topên Heşdî Şebî malên xwe hiştine.
Tê gotin Heşdî Şebî bi îdîaya ku li herêmê berxwedêrên xwebexş hene ew gund dane ber topan.
Dema ku artêşa Iraqê 16’ê Cotmehê êrîş bi ser Xurmatu û Kerkûkê de birî Heşdî Şebî li Xurmatu gelek Kurd kuştibûn û mal, kargehên gelek Kurdan dabûne ber êgir.