Heşdî Şebî deriyekî sînor bi dest xist
Hêzên Heşdî Şebî Deriyê Sînor Til Sîfog ê di navbera Iraqê û Rojava-Bakurê Sûriyê de bi dest xist.
Hêzên Heşdî Şebî Deriyê Sînor Til Sîfog ê di navbera Iraqê û Rojava-Bakurê Sûriyê de bi dest xist.
Hêzên Heşdî Şebî li başûrê Şengalê li ser sînorên Iraqê û Rojava-Bakur li dijî DAIŞ’ê operasyonê pêk tîne, deriyê sînor ê li gundê Tilf Sîfog bi dest xist.
Li gorî agahiyan piştî ku Heşdî Şebî gundê Tîl Sîfog ê li ser sînorê Iraqê û Rojava-Bakurê Sûriyê bi dest xist, berê xwe da xeta sînor û deriyê sînor bi dest xist.
Bi vî derî re Heşdî Şebî deriyê duyemîn ê di navbera Iraq û Sûriyê de jî bi dest xistin. Çend rojên bihurî deriyê sînor ê gundê Çayir Xilfasî jî hatibû bidestxistin.