Heşdî Şebî bajarokê Beacê ji DAIŞ'ê stand

Heşdî Şebî, bajarokê Beacê yê li rojavayê Mûsilê ye, ji destê DAIŞ'ê derxist.

Hêza milîs a Şîa Heşdî Şebî, ku li başûrê Şengalê li dijî DAIŞ'ê operasyonê dike, eşkere kir ku wan bajarokê Beacê yê li rojavayê Mûsilê ji rizgar kirine. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, hêzên Heşdî Şebî ku duh bi şev bi sê baskan ve ketin nava bajarok, Beac kontrol kirin.

Fermandarê hêzên Heşdî Şebî Mehdî Muhendîs bi daxuyaniyekê ragihand, ku wan duh bi şev dor li bajarok girtine û danê vê sibehê jî di encama êrîşa ji sê baskan de bajarok kontrol kirine. Muhendîs kontrolkirina bajarok weke 'serketineke mezin' bi nav kir û hêzên xwe pîroz kir.

Hêzên Heşdî Şebî, ku di hefteya destpêkê ya meha Gulanê de berê xwe dan gundên li başûrê Şengalê, di 18'ê Gulanê de operasyon li bajarokê Qayrawanê kirin û roja 23'ê Gulanê bajarok kontrol kirin. Piştre gundê Koço standin û roja 29'ê Gulanê xwe gihandin ser sînorê Rojava-Bakurê Sûriyeyê.

Heşdî Şebî di nava çend rojên dawî de bi kontrolkirina gundên Til Sifûq, Çayir Xilfas û Caye, berê xwe da aliyê başûr ê sînor.