Heşdî Şebî 4 gund û gundikek kontrol kir
Hêzên Heşdî Şebî, 4 gund û gundikekî li başûrê Şengalê ji DAIŞ'ê stand.
Hêzên Heşdî Şebî, 4 gund û gundikekî li başûrê Şengalê ji DAIŞ'ê stand.
Hêzên Heşdî Şebî yên li rojavayê Mûsilê û li başûrê Şengalê li dijî DAIŞ'ê operasyonan dikin, 4 gund û gundikek ji DAIŞ'ê stand. Di daxuyaniya nivîskî ya Heşdî Şebî de hat ragihandin, gundên Til Meseade, Seri Elwesît, Um Zebae û Sadetelzu ji DAIŞ'ê hatine girtin.
Li gorî agahiyan, ev gundên hatin kontrolkirin ser bi bajarokê Beax ê Mûsilê ne. Hêzên Heşdî Şebî bi sê baskan ber bi rojavayê Mûsilê ve bi pêş ve diçin.