Hêrsa li hemberî qetlîama li Kobanê zêde dibe

Saziyên Kurdan bertekên tund nîşanî qetlîama li Kobanê dan, peyamên berxwedanê dan û gel bangî kolanan kir.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê li gundê Hêlincê ya Kobanê jinên Kurd qetil kiribû. Bertekên li dijî qetilkirina jinên Kurd didome.

KCDK-E: TIŞTA KU DAÎŞ’Ê NEKARIYE BIKE, WAN KIRIYE

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê got ku “Dewleta Tirk ji bo ku hemû nirxên gelê Kurd tune bike, her cure qetlîamên barbarî dike. Erdoganê dîktator qetlîaman didomîne. Dewleta Tirk a qirker ya ku êşkenceyê li cenazeyên şehîdan dike, êrîşî goristanan dike, xwezaya Kurdistanê dagir dike, niha jî li Kobanê jinan dike hedef. Bi SÎHA’yan li gundê Hêlincê yê Kobanê sê jinên Kurd hatin qetilkirin. Endama Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel jî di nav van jinan de bû. Dewleta Tirk tişta ku DAÎŞ’ê nekariye bike, ew bi xwe dike.”

KCDK-E’yê bang li hemû gel kir ku bi pêşengiya TJK-E’yê bila tevlî çalakiyan bibin.

JKŞ: HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JÎ ŞIRÎKÊN VAN QETLÎAMAN E

Jinên Komunîst ên Şoreşger jî bi zimanekî tund êrîş şermezar kir. JKŞ’ê diyar kir ku bêyî haya hêzên emperyalîst dewleta Tirk nikare van êrîşan bike û got ku “Rûsya di serî de hêzên navneteweyî şirîkên van qetlîaman e.”

JKŞ’ê got ku “Ev êrîş di heman demê de li dijî heman jinan e. Em bang li hemû jinan dikin ku bila li hemberî van êrîşan dakevin qadan. Dewleta Tirk a dagirker wê hesabê van sûcan bide.”

DBP: WÊ JINÊN KURD BI BERXWEDANÊ BERSIVÊ BIDIN

DBP’ê jî got ku “Ev desthilatdarî dijminatiya Kurd û jinan dike û dixwaze Şoreşa Rojava ku jin pêşengtiya wê dike jî were xeniqandin. Ji ber ku jinên Kurd çeteyên DAÎŞ’ê têk biribû û li Rojhilata Navîn şoreşa ferasetê ava kiribû, îro dibin hedef.”

DBP’ê diyar ki ku wê jinên Kurd bi berxwedana şoreşger bersivê bide van dîktatoran.