Hêrsa Kurdistaniyên li Danîmarkayê zêde dibe

Li Danîmarkayê, çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Plansaziya çalakiyên rojên pêş jî hate eşkerekirin.

Kurdistaniyên li Svanemollen St. a li paytexta Kopenhagenê li hev civiyan, ber bi Konsolosxaneya Tirk ve bi qîrîna dirûşmên "Em ê cîhaneke bê Ocalan bi serê we ve birûxînin", "Bijî Serok Apo", "Faşîst, dîktator Erdogan", "Kurdistan wê bibe goristan ji faşîzmê re", "PKK gel e, gel li vir e" meşiyan.

Piştî meşê li ber Konsolosxaneya Tirk mîtîngek hate lidarxistin. Qisekeran destnîşan kirin, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, wê çalakiyên xwe bidomînin.

ÇALAKIYÊN LI DANÎMARKAYÊ WÊ DEWAM BIKIN

Çalakiyên li Danîmarkayê wê di rojên pêş de jî dewam bikin.

Plansaziya çalakiyan wiha ye:

19'ê Cotmehê roja Pêncşemê saet di 13:00 de wê li ber avahiya Amnesty Înternatînoal mîtîng bê lidarxistin.

20'ê Cotmehê roja Înê saet di 13:00 de wê li Kopenhagenê, li kolana Nytorv mîtîng pêk were.

21'ê Cotmehê roja Şemiyê wê saet di 13:00 de bi beşdariya Kurdistaniyên li hemû bajarên Danîmarkayê meşek were lidarxistin.