Herî zêde zarok ji şer bandor dibin

ÛNÎCE, ragihand sala 2017’an ji bo zarokên li herêmên şer, bûye sala herî xirab.

Li gorî rapora Fona Alîkariya Ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ÛNÎCEF), diyar kir ku sala 2017’an ji bo êrîşên li ser zarokan gihiştiya asta ku ‘neyê texmînkirin’.

Di raporê de hate destnîşankirin ku zarokên di nava şer û aloziyan de hê zêdetir bêrê wan li karanîna çekane, welatên mîna Iraqî, Sûriye, Yemen, Nîjerya, Sûdana Başûr û Mayanmar welatên ku li dijî hiqûqa navneteweyî zarokê li nava jînegehên şer de dijîne.

Li gorî raporê dest tê avêtina zarokan, bi zorê neçarî pevjîn , revandin û kolekirinê tên kirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku komên redîkal zarokan direvînin û tevlî xwe dikin, hate destnîşankirin ku zarokên tên rizgarkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên îstismarkirin.

Dîrektorê Bernameya ÛNÎCEF Manûel Fontaîne diyar kir ku zarok li mal, li dibistan û qadan êrîş li ser tên kirin.

Fontaîne got: “Em rê nadin tiştên dibin weke’asayî bê dîtin’”

Dîsa di raporê de tê gotin ku li herêmê şer nêzî 27 milyon zarok ji mafê wan ên perwerdeyê tên qûtkirin.

Li gorî nûçeya Gûardîanê îxlal û desdirêjiyên li hember zarokan ên sala 2017’an wiha rêz dike:

Şervanên rêxistina Boka Haram a li Nîjerya, Çad, Nîjerya û Kamaerûn bi aktîvin, 135 zarok neçarî êrîşên xwekûjî kirine. Ev li gorî sala 2016’an 5 qat zêde bûye.

Ji ber şerê mezhebî yê ji sala 2013’an ve li Komara Efrîqa Navîn ve ku didome ve dest hatiye avêtina gelek zarokan, neçarî bikaranîna çek û kuştinê hatine kirin.

Li Komara Kongo ya Demokratîk 850 hezar zarok ji ber şer neçarî malê xwe terkirinê hatine, nêzî 200 nexweşxane û nêzî 400 dibistan jî hatine hedefkirin.

Li Somaliyê di 10 mehên sala 2017’an de 1800 zarok tevlî şer bûne. Li Bakurê Sûdanê jî hejmara zarokên ku ji sal 2013’an û vir ve tevlî komên bi çek bûne gihiştiye 19 hezaran.

Li Yemenê jî ji ber şerê ku ev 3 sal in dewam dike ji 5 hezara zarokan zêdetir jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. 1,8 milyon zarok jî ji ber derfetên nebaş ên xorak têkoşîna jiyînê didin.

ÛNÎCEF’ê diyar kir ku li Iraq û Sûriyeyê zarok weke mertalên zindî hatine bikaranîn, hinek jî ji aliyê sekvanan ve hatine kuştin.

Di raporê de hate diyarkirin ku jî nîvê Misilmanên Arakanê ku xwe spartibûn Bangledaşê zêdetir zarok in, li Afganîstanê di 9 mehên serê salê de 700 zarok hatin kuştin. ÛNÎCEF bang li komên navnetewî û hikûmetên li herêmên şer kirin ku divê li gorî hiqûqê tevbigerin û bi lezgîn şideta li ser zarokan bi dawî bikin.